Kanên mermer û kevir jiyanê tehdîd dike 2016-05-29 09:02:09 ANTALYA (DÎHA) – Li Kemer, Kumluca û Fînîke yên Antalyayê ku herêma turîzmê ye zêdetirî 30 kanên kevir û mermerê hem zirarê dide xwezayê hem jî bendoreke neyînî li ser jiyanê dike. Darên sedir û merxê yên Tirkiyeyê li vî herêmê ne, welatiyên herêmê bi nexweşî û koçberiyê re rû bi rû ne. Herêmên turîzmê yên Antalyayê di bin tehdîda kanên kevir û mermerê de ne. Li navçeya Kumluca ya Antalyayê 9 kanên mermer û li di navbera Kemer û Fînîkeyê jî zêditirî 30 kanên kevir û mermerê dixebitin. Jibilî vê bi dehan kanên berê hebûn jî xebatên xwe didomînin. Li zozanê Belenyayla ya Kemerê jî kanekî mermerê tê çêkirin jî dê li kanên ku xwezayê tehdîd bike tê zêdekirin. Ji ber ku ev kanên ku herêma ku darên merx û sedirê yên hene û taybetiyekî xwezayê ye di encama nerazîbûnên gelê herêmê de ruhsatê qasî 10 kanan hatibûn astengkirin. Lê xebatê şîrketekî ku ji aliyê Midûriyeta Daristanê ya Herêmê ya Walîtiya Antalyayê ruhsat hatiye dayîn xebatên xwe didomîne û daran jê dikin. Toza kana mermer nexweşiyê belav dike Ji gundiyan Alî Karakoyunlu yê ku li hemberî qirkirina daran nerazîbûn nîşan da diyar kir ku bi avakirina kanên mermerê ve êdî hatine rewşekî ku nikarin bijîn. Karakoyunlu da zanîn ku bi sewalkariyê ve mijul dibin qadên ku sewalên xwe bidin çêrandin jî nayê hiştin û toza ku ji kanên mermerê derdikeve jî bandorekî neyîn^ile ser jiyana wan dike. Karakoyunlu anî ziman ku ji ber tozê tişkên ku diçînin bêbereket dibe, sewal nexweşx dikevin ji ber vê yekê jî manên mermerê naxwazin. Karakoyunlu bilêv kir ku mezinên wan ji wan re xweza hiştiye û dixwazin xwedî lê derkevin, çi kirine jî nikarin pêşiya xebatên kanan bigirin. Karakoyunlu diyar kir ku kanên mermerê zozan u daristanên wan texrîb dike, dema ku kan tên çêkirin kesek ji wan napirse û fikrên wan nagirin. 'Jibilî talankirina xwezayê gundî koç dikin' Ekolojîst Dursun Satici jî diyar kir ku bêyî rapora ÇED'ê ruhsat ji aliyê walîtiyê ve tê dayîn di encama têkoşîna wan de ruhsatên gelek kanan hatine betalkirin. Sataci got ku Antalya bi taybetî jî herêma Kemerê cihê turîzmê ye û ji ber ve yekê divê bê parastin. Satici da zanîn ku îxtidara siyasî ji bo talana xwezayê ji rêxistinên civakî yên sivîl û hawirdorparêzan veşêre li cihên dur çêdike û gundê jî tên berterefkirin, ji ber vê yekê jî xebatên wan nikare bê astengkirin. Satici anî ziman ku jiyana xwezayî û hêşinahî tê tunekirin, bi hezeran cureyên giyaneweran hatine tunekirin, qadên kar ên gundiyan hatine tunekirin, ev der ji bo rantê pêşkêşî hin kesan tê kirin. Satici got ku cihên ku gundî sewalkariyê dikin ji holê tê rakirin û tên koçberkirin. (sa)