Esnafên Edeneyê: Her sal xwezî li par 2016-06-13 09:01:14 EDENE (DÎHA) - Ji ber polîtîkayên hundir û derve yên hikûmeta AKP'ê rojên zehmet dijîn her sal bi hêviyên mezin li benda rojiyê bûn lê îsal tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. Esnafên ku zehmetiyên mezin dijîn li gorî salên borî diyar kirin ku karên wan ne baş e, ji ber ku welatî nikarin bikirin tenê buhayên tiştan dipirsin. Esnafên ku her sal bi hêviyên mezin li benda rojiyê bûn îsal ji ber konsepta şer a hikûmeta AKP'ê rojên dijwar û zehmet dijîn. Esnafên Edeneyê ji ber ku gel nikarin tiştan bikirin hêza wan têrê nake bi gazincin diyar kirin ku her sal li benda rojiyê diman lê îsal xweziyên xwe li berê tînin. Esnafê bi navê Ahmet Akgul anî ziman ku mirov nikarin tiştan bikirin ji ber vê yekê jî karê wan nebaş e, nikarin berhemên xwe bifiroşin. Akgul destnîşan kir ku esnafên mezin qezenc dikin her roj ew winda dikin û wiha axivî: "Pereyên mirovan tuneye. Ji ber vê yekê jî hewaya rojiyên berê tuneye. Ango rojiyê tiştek neguherand." 'Welatî tên tenê buhayên tiştan dipirsin' Welatiyê bi navê Rustem Bîrdal jî got ku gel eleqeyê nîşanî berhemên şarkuteriyan dikin lê îsal di rojiyê de ev tişt nedîtine. Bîrdal wiha berdewam kir: "Yên ku pereyên wan hene tên yên ku tuneye jî nayên." Esnafê bi navê Racî Dogan jî anî ziman jî buhayên hin tiştan neguheriye 2 sal in bi heman buhayê tê firotin welatî tên buha dipirsin, tînin hember hev û piştre dikirin. Omer Aydin jî her sal tonek xurme difirot lê îsal tenê çend kîlo fitoyie, welatî tên tenê buha dipirsin lê nikarin bikirin. Aydin da zanîn ku kîloya xurme 8-45 TL ye tiştên wan di destên wan de maye. (sa)