Serokwezîrê Hindistanê bi 30 hezar kesîre yoga kir 2016-06-21 15:03:11 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sala borî 21'ê Hezîranê wekî Roja Yoga ya Navnetweyî hatibû îlankirin. Roja Yogayê îsal jî bi tevlibûna bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Serokwezîrê Hindistanê jî bi hezaran welatiyên xwe re Yoga kir. Bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sala borî 21'ê Hezîranê wekî Roja Yoga ya Navnetweyî hatibû îlankirin. Roja Yogayê îsal jî bi tevlibûna bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî wekî sala borî îsal jî li paytextê welat bi hezaran kesî re di heman demê de yoga kir. Yoga ne çalekiyeke olî ye Di çarçoveya Roja Yoga ya Navneteweyî de li 190 welatî ku Tirkiyeyê jî di nav de bi çalekiyên cûr be cûr dê ev rob bê pîrozkirin. Çalekiya herî mezin li welatê yogayê li Hindistanê pêk hat. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li kompleksa Capitol a paytexte welat di heman demê de bi 30 hezar kesî re Toga kir. Modî di axaftina xwe de ev tişt got: "Yoga ne çalekiyeke olî ye. Ne der barê cîhanê din de ye, li vê cîhanê bi tiştê ku hûn bi dest bixin ve eleqedar e." Narendra Modî di berdewamiya axaftina da zanîn Yoga hem ji bo bawermend û hem jî ji bo kesen ku bawernakin e û wiha axivî: "Yanî ji bo hemû kesan e di vê babetê de hewceyî bi nîqaşê tuneye. Gelek kes bi awayekî baş hê jî yoga fêhm nekirine. Ya girîng ew e ku yoga dê hevza we ji çi bide kirin." (ms)