Di bahozê de 98 kesan jiyana xwe ji dest da 2016-06-24 11:07:34 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahozê kerî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahoza ku di saetê de leza wê digihîje 100-125 kîlometreyî herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 800 kesî jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyên berdest li gelek herêmên jiyangehê ji ber baran û bagera dijwar pir kes asê mane û nêzî 2 milyon kesî ji vê buyerê bandor bûne. Wezareta Karên Sivîl a Çînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di vê bager û bahoza ku li derdora bajarê Yançingê pêk hat de ji ber baran û zîpikê 200 jê giran 800 kes birîndar bûn. Ji sala 1996'an û vir ve afata herî bi bandor e. Hat îdiakirin ku berpirsên meterolojiyê li hemberî hişyarkirina lezgîn a bager, bahoz û baranê dereng man. Her wiha li herêmê xebatên lêgerîn, rizgarkirin û karên tahliyekirinê bê navber didome. (ms)