Dewletê bi şer ekolojî û sewalkarî tune kir 2016-06-28 09:09:36 DIYAR BALKAŞ / DEVRAN TOPTAŞ ÇEWLIG (DÎHA) - Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ku çanda mêşvaniyê gelek pêş ketiye, piştî dewletê şer pêş xist mêşvanî jî xelas bû. Mêşvanê bi navê Abdulkadîr Kalkan, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên şên mêşvanî û ekolojî xelas kir û hemû zindiyên herêmê zerarê dibîne. Piştî desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê şer pêş xist xweza û hemû ruhberên li Kurdistanê zerarek mezin dît. Daristan hatin şewitandin, xweza hat talankirin û bi hezaran cureyên sewalên herêmê di nava agir û şerê li Kurdistanê de şewitîn. Li gundê Karzêl ya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jî piştî şer pêş ket sewalkarî û meşvanî jî xelas bû. Malbata Kalkan ku debara xwe bi mêşvaniyê dike, diyar kirin ku piştî şer li herêmê pêş ket êdî sewalkarîe û mêşvanî jî têk çû. Malbata Kalkan di sala 1994'an de rastî tundiya dewletê hat. Dewletê xwest bi zorê bibin cerdevan. Lê ew nebûn cerdevan û koç kirin. Hêj wê demê leşkeran 190 kewarên wan ên mêşa xera kirin. Lê li gel hemû êrîşên dewletê malbata Kalkan li Amed û Çewlîgê sewalkarî û mêşvanî berdewam kirin. Malbat di sala 2004'an de dîsa vegeriyan gundê xwe û dîsa dest bi sewalkarî û mêşvaniyê kirin. Mêşvanê 38 salî Abdulkadir Kalkan, diyar kir ku ew dîsa li gund vegeriyan û bi 25 kewarên mêşan kirin û wiha got: "Piştî ku me mêş xwedî kir hêjmara kewarê me gihişt 200'an. Kalkan, destnîşan kir ku ji ber şerê li herêmê gelek cureyên mêşan winda bûn û piştî cureyên mêşan winda bû qalîte û bereketa hingiv jî winda bû. Kalkan, bilêv kir ku ger ku li cîhanê mêş bi qedin dê emrê mirov 3 roj bin û hêj mirov û dewlet qîmeta vê yekê nizane û wiha berdewam kir: "Li şûna dewlet mêşvanan û mêşan biparêze, dijberî vê yekê mêşvanan koçber dike û mêşan jî bi çekên giran tune dike. Bi taybetî piştî îxtîdara AKP'ê li herêma Kurdistanê şer pêş xist mêş û hingiv tev xelas bû." (mae)