Dewlet û leşker bûn yek û dest bi talankirina daristanê kirin 2016-06-28 09:10:50 DERSIM (DÎHA) - Leşkerên ku li Dersimê operasyonê pêk tînin, di bin navê firkirinê de daran dibirin û daristanê talan dikin. Bi fermana Şêftiya Bikaranîna Daristanê îhala talankirinê hat derxistin. Leşkerên li herêma gundên Sihenk û Gazikê operasyonê pêk tînin, darên berû dibirin û xwezayê talan dikin. Leşker di bin navê firkirina daran de daristanê wêran dike. Piştî Şefê Bikaranîna Daristanê ji keyayên taxan re îlan şandin birîna daran dest pê kir. Ji bo birîna daran jî serê hektarekê 232 TL 60 krş îhale derxistin. Li taxên Gazik û Sihenkê jêkirina daristanan dest pê kir. Li paleyên herêma Dinar, Qure Sipi, Bayraktepe dê dar bên birîn. Hat zanîn ku berê li vê herêmê daristan bê jêkirin keşifa avakirina qereqol û kalekoletê hatibû kirin. Darên berû hem di çanda elewiyan de pîroz e û hem jî jêkirina wan ji aliyê HPG’ê ve hatibû qedexekirin. (mae)