'Bi talana xwezayê dixwazin Kurdistanê vala bikin' 2016-07-02 09:01:03 STENBOL (DÎHA) - Endamê Platforma Parastina Munzurê Hasan Şen, bertek nîşanî şewitandina daristanên li Kurdistanê da û ev tişt got: "Bi hincetên bêbingeh li hemberî xwezayê talanê pêk tînin." Yek jî Parastvanê Bajarê Stenbolê Burak Kaan Yilmazsoy aşkera kir ku bi talana xwezayê re dixwazin Kurdistanê vala bikin. Navçeya Licê ya Amedê her dem di binê êrîşên tunekirinê de ye û ev êrîş îro jî berdewam dike. Dewleta tirk a dagirker ji hêlekî ve bi hincetên bêbingeh Licê, Cûdî û Gabarê dişewitîne, ji hêlekî ve ji bo herêmê ji rantê re veke agir berdide xwezaya Kumlucayê. Parastvanên jiyan û ekolojiyê bertek nîşanî vê hovîtiyê dan û gotin daristan aydê xwezayê, aydê zindiyan û aydê mirovan e, lê hin kes xwe wekî xwediyê xwezayê pênase dikin. Sedema şewatê sersarî ye Endamê Platforma Parastina Munzurê Hasan Şen, da zanîn ku berê jî li herêmên wekî Ege û Deryaya Spî ji bo herêmê ji rantê re vekin û ji bo avahiyên bilind ava bikin, herêm dihatin şewitandin û ev tişt got: "Ev herêmên ku şewat lê derdikeve, ji ber sersariyê nayên vemirandin. Hêzên sermayedar ji bo pêşî li bertekên gel bigirin, destpêkê beşekî dişewitînin, bi vî şêwazî newalên Egeyê jî şewitandin û li van herêman otel û qadên golfê avakirin." 'Ev desthilatdarî dijminê jiyana civakê ye' Şen bal kişand ser bêperwaya hêzên sermayeyê û piştrast kir ku berpirsyarên vê kesên pişta xwe dane desthilatdariyê û wiha pêde çû: "Ev kes bi piştgiriya desthilatdariyê ji ked, xweza û ji çanda gelan re îxanetê dikin. Li ser tevahiya welat tunekirinek tê meşandin. Li bajarên kurdan jî bi hincetên wekî "teror" Dersim, Licê û Geverê dişewitînin." Perpirsyar dewlet e an mirov in? Endamê Hîndekariya Zanîngeha Sakaryayê û Parastvanê Bajarê Stenbolê Burak Kaan Yilmazsoy, bi lêv kir ku dema ew li şewata Kumlucayê mêze dike, pirsa "Gelo ev şewat ji ber mirovan ve derdikevin an ji ber dewletê derdikevin?" tê hişê wî û aşkera kir ku sedema van şewatan ne ji ber welatiyên herêmê, ji ber kêmasiya tevdîran pêk tê û şewatên divê di demek kurt de bê vemirandin, nayên vemirandin û ev jî dibe sedema şewata qadeke berfireh, piştre vê qada ku hatiye şewitandin ji rantê re vedikin. Yılmazsoy, bal kişan ser talana xwezayê ya li navçeya Licê ya Amedê jî û destnîşin kir ku ev tanana xwezayê armanca wê ew e herêmê bê mirov bihêlin. Yilmazsoy diyar kir ku bi talana xwezayê re gelê herêmê tê cezakirin û got dewlet çawa dikare ew qas berovajiyê gelê xwe tevbigere ew di fêmkirinê de zehmetiyan dikişîne. (ms)