Qedexe esnafên Cizîrê dixe zahmetiyan 2016-07-04 10:24:23 ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê ku hêj qedexeya derketina kolanan a şevê berdewam dikin, esnaf zor û zahmetayin dijîn. Esnafên Cizîrê diyar kirin ku girtina Deriyê Xabûrê zerake mezin dide debara wan û dixwazin bi van qedexeyan esnafan mohtacî xwe bikin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêj qedexeya derketina kolanan di saetên şevê de berdewam dike. Dîsa deriyê sînor ê xabûrê ji bazirganiyê re girtî ye. Qedexeya derketina kolanan û ambargoya li ser sînor esnafan dixe nava zor û zahmetiyan. Qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê jî bandor li ser esnafên Cizîrê kir. Esnafê li ser Kolana Orhan Dogan ku dikana kozmetik vekiriye Bariş Guzen, diyar kir ku bi êrîşên dewletê û qedexeyên derketina kolanan esnafan zerarên mezin dît. Guzen, anî ziman ku hem qedexeyên li herêmê û hem jî qedexeya li ser Nisêbinê bandorek neyînî li ser wan kiriye û hatine asta îflasê. Guzen, da zanîn ku di cejna Remezanê ya sala par de di nava 10 rojan de 30 hezar tl mal firot, lê îsal tenê bi 13 hezaran mal firotiye. Guzen, da zanîn ku qedexeya li ser kolan û bajaran bandorek neyînî li ser wan dike. Esnafê Cizîrê yê saetan difiroşe Abdullah Yaşar (50) jî anî ziman ku li Cizîrê ji ber qedexeyên derketina kolanan û komkujiyan esnafên Cizîrê di aliyê bazirganî û aboriyê de îflas kirine. Yaşar, da zanîn ku girtina Deriyê Sînor ê Xabûrê darbeyek mezin li aboriya welatiyan û esnafan xistiye û xwest zextên dewletê demek berî demekê bi dawî bibe. Yaşar,da zanîn ku îxtîdara AKP'ê dixwaze bi aboriyê gel terbiye bike û bi xwe ve girê bide. (mae)