Welatî mesrefên xwe jî dernaxin 2016-07-18 09:10:09 AGIRÎ (DÎHA) - Ji ber zêdehiya baranê cotkarên Agiriyê îsal derengî dest bi dirûna genim kirin, ji ber ku buhayê kayê kêm e patoscî gund bi gund digerin û ji ber buhayê mazotê gelekî tengezar in. Piştî demeke dirêj barana ku li herêma Serhedê dibariya rawestiya û cihê xwe ji tavê re hişt. Ji ber ku îsal baran zêde bû gîhayê herêmê jî derengî hişk bû û ji ber wê jî dirûnê dereng destpê kir. Şêniyên gundê Zîro yên ku demek berê gîhanên xwe dirûtin êdî li patozê dixin. Lê ji ber buhayê kayê erzan e, welatî gelekî tengezar in. 'Em nikarin mesrefên xwe derxin’ Welatiyê 48 salî Erol Aslan ê di binê tava havînê de xweh daye û bêhn çikî bûye, da zanîn ku êdî cotkarî bûye karekî hemalî û ev tişt got: "Ev karekî gelekî zehmet e. Hemû cotkar perîşan in. Hemû keda me diçe valahiyê. Em nikarin mesrefên xwe jî derxin. Em serê ramokê 120 TL'yî didin patosciyan. Bi avdan û dirûna vê zeviyê re herî kêm 4-5 hezar TL mesrefa me çê dibe. Em kîloya kayê bi 30 qrûşî difroşin. Ez vî gîhayî bifroşim, dê 4-5 hezar TL bê." Polîtîkaya cotkariyê xelet e Mehmet Aslan (55) da zanîn ku polîtîkaya AKP û Erdogan di hemû beşên kar de welatî mexdûr kiriye. Aslan aşkera kir ku roja ku AKP hatiye desthilatdariyê, di hemû polîtîkayên cotkariyê de xeletî kiriye, ji ber vê yekê êdî ew nikarin cotkariyê jî bikin û gelekî tengezar in. 500 TL'yê tê bi destxisitn 300 wî diçe mazotê Patosciyên ku di her serdema dirûnê de kar dikin, ji bo patozê gund bi gund digerin û bi welatiyan re bazarê dikin. Patosciyê bi navê Murat Aslan ji ber buhayê mazotê nerazîbûna xwe da nîşan û ev tişt got: "Ji ber buhayê mazotê hem patozcî û hem jî cotkar gelekî zehmetiyan dikişînin. Rojê 500 TL'yê ku tê bi destxistin, 300 wî diçe mazotê." (ms)