Li Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî kûrsên havînê dest pê kir 2016-07-25 16:38:45 WAN (DÎHA) - Kûrsên Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî dest pê kir. Dê îsal di kûrsan de zimanê kurdî jî di nav de ji 5 beşan kûrsên çand û hunerê bên dayîn. Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî ya li navçeya Erdîşê ya Wanê, di gelek beşên çand û hunerê de kursên akademîk dide, navenda çandê dest bi kûrsên sala 2016'an kirin. Navend dê îsal zimanê kurdî jî di nav de, di aliyê hunerê de bi 5 beşan xebatên xwe bimeşîne, dê ji bo zarokên 7 salî beşên zimanên kurdî, şano û muzîk, ji bo kesên 15 salî jî dê kûrsên şano, gîtar, tembûr, erbane û zimanê kurdî bên dayîn. Xebatkarê navenda çandê Tajdîn Başar, da zanîn ku ew dixwazin li navçeyê di aliyê çandê de bibin alternatîfekî. (ms)