Pîrên ku dorpêç şikandin, dest bi Meşa Heqîqetê kirin 2016-07-30 12:24:13 DERSIM (DÎHA) - Îsal 16'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê tê lidarxistin di roja 3'emîn de berdewam dike. Pîr, parlamenter û hevşaredarên ku xwestin li Çavkaniyên Munzurê bigerin, pêşiya wan hat girtin, lê girseyê mil dan hev û dorpêça li pêşiya xwe rûxandin. Di çarçoveya pîrozbahiyên 16'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de konvoya li qeraja maşînan li hev civiya û xwestin bi Pîrên elewiyan re derbasî Çavakiyên Munzurê bibin û diayan bikin, di dema meşê de li noqteya polîsan a Kemere Belê hatin rawestandin. Riya bi 4 TOMA, hêzên çevîk û maşînên zirxî hat girtin, nehiştin girse derbas be. Li ser vê pîr û wekîlên HDP'ê Alîcan Onlu û Erdal Ataş bi midûrê polîsan re hevdîtin pêk anîn. Li ser nîqaşên hatin kirin, midûr diyar kir ku ev rê hatiye qedexe kirin, heke li ser riya Xozatê de biçin dê hemû ewlehiyê pêk bînin. Li ser astengiyan, Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bol axaftinek kir û bi lêv kir ku her çendî destûra mihrîcanê hatiye dayîn jî tê xwestin ku mihrîcan bê reş kirin û ev tişt anî ziman: "Em vê astengiyê qebûl nakin. Ev bê hirmetiya li dijî gel e. Heke nehêlin cihên pîroz jî bên ziyaret kirin wê demê ku bê ziyaretkirin." Piştre heyeta ji 40 kesî ya di nav de hevşaredar, wekîl û pîr jî heyî mil dan hev û bi meşê dorpêç şkandin. Heyeta dorpêç şkand, derbasî Newala Pûlûrê bûn û mil dan hev û Meşa Heqîqetê pêk anîn û heta Nîşangeha Dayika Fatma meşiyan. Li vir ji hêla pîrê Ocaxa Bawa Mensur Seyfî Mûxûndî ve dia hatin xwandin. Piştre girseyê di riyên alternatîf de xwe gîhand Çavkaniyên Munzurê. (ms)