Aborînas Kozanoglu: Kaniya Serokwezîr li kû ye? 2016-09-10 09:46:09 STENBOL (DÎHA) - Aborînas Prof Dr. Hayrî Kozanoglu tekîldarî pakêta razemeniyê ya Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim li Amedê aşkere kir, diyar kir ku di nava pakêtê de pereyekî pir pir zêde heye û got: "Em dipirsin; kaniya Serokwezîr li kû ye?" Aborînas Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu, pêşnumeya aborî ya Serokwezîr tirk Bînalî Yildirim li Amedê aşkere kir nirxand. Kozanoglu anî ziman ku Serokomar Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi hewldana başkirina aboriyê dixwazin pirsgirîka kurd çareser bikin, lê xwe dixopênin û wiha axivî: “Ev çapa Bulent Ecevît bû. Di dema Ecevît de jî ev polîtîka negihêşte endamê. Aliyekî xwe ew e, bingeha xwe bi şerê danî û aliyê din jî daxuyaniyên ji ramedana demdirêj re bawerî tûne.” ‘Pirsgirîka herî mezin nasnameya kurd nasnekirin e’ Kozanoglu aşkera kir ku bêgûman pirsgirîka aborî ji heye û got ku pirsgirîka herî mezin naskekirina nasnameya kurd e. Kozanoglu destnîşan kir ku heya muzakere bi kurdan re neyê kirin razemeniya aborî ji bê feyde ye û bi pirsên wekî “Dema pêşnume hat aşkerekirin, di vê der barê de pirsek ji parlamenterên HDP’ê û şaredariyên DBP’ê ku li heremê dengên herî zêde girtîne hat kirin? Saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn?” Kozanoglu bertekên nîşanî pêşnûmeyê da û ev nêzikatî şaş dit. ‘Pêşnumeya aborî xizmetê ji gel re nake’ Kozanoglu da zanîn ku pêşnumeya aboriyê ya Serokwezîrê tirk Yildirim xizmetê ji gel re nake û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Serokwezîr behsa hêjmarên giran bûha dike. Lê em jî dipirsin; kaniya vê peşnumeyê li kû ye? Hewcehî bi tu pêşnumeyan tune ye. Dive gelê kurd xwe bi xwe li ser axa xwe debera xwe bike. Dive gel ji bo debera xwe ji axa xwe neterikîne. Ev jî bi rewşa aştiyê pêk e. Ji bilî çareseriyê hewcehî bi tu tiştek din tune ye.” (ozp/ms)