'Bi qeyûmê dest danîn ser maf û azadiya jinê' 2016-09-13 09:04:32 ENQERE (DÎHA) - Rêxistinên jinan bal kişand ser qeyûma ku vîna gelê kurd tune dike û aşkera kirin ku ev di heman demê de êrîşeke li dijî "hevserokatiyê" ye û wekî pêkanînke "dijminane" şîrove kirin. Hikûmeta AKP'ê di her kêliyê "vîna mîllî" ji bo xwe wekî referans dide nîşan û di her derfetê de êrîşî vînga gelê kurd dike û dest datîne ser saziyên gelê kurd. Rêxistinên jinan bertek nîşanî qeyûmên ku hatine avêtin dan û aşkera kirin ku ev êrîşeke li dijî vîna gel e û bi taybetî destaserkirina 24 şaredariyên DBP'ê êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Endama Halkevlerî Gulşah Ozturk aşkera kir ku AKP'ê OHAL'ê ji bo xwe wekî derfet bi kar anî, bi êrîşên li dijî muxalîfan re, îro bi destaserkirina şaredariyan berdewam dike. Ozgur diyar kir ku qeyûm tê wateya destaserkirina vîna gel, dê tu carî vê yekê qebûl nekin. Endama Komeleya Lêkolîn û Çanda Anatolyayê (AKA DER) Sevda Eyîol jî piştrast kir ku tunekirina vîna gel ne pêkanîneke nû ye, di 7'ê Hezîranê de jî ev vîn hatiye tunekirin, bi destaserkirina 28 şaredariyan re ev careke din hatiye rojevê. Eyîol got li dijî van pêkanînan gelekî berxwedêr heye û wiha pêde çû: "Ev êrîş di heman demê de li dijî akademîsyen, mamoste, rojnamegeran jî didome. Dîsa bi binçavkirina Leyla Îmret jî êrîşî jinan dikin. Em dizanin tu hêz li pêşberî hêza gel nikare bisekine." Endama Koalîsyona Jinan Îlknur Ustun jî piştrast kir ku bi salan jin xwedî li vîna xwe derketine, di çarçoveya azadî û wekheviyê de têkoşîna xwe meşandine. Ustun aşkera kir ku ji ber vê têkoşînê jinan nasnameya xwe bi dest xistiye, bi xwerêveberiyên herêmî re jin di siyasetê de cihên xwe girtine. Ustun got ku bi vê têkoşînê pergala hevserokatiyê hatiye avakirin. Berdevka Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav jî destnîşan kir ku qeyûma li dijî şaredariyan, tê wateya tolhildana Erdogan a 7'ê Hezîranê û wiha axivî: "Ev desthilatdarî dijminê li dijî jin, azadî, demokrasî û layîqiyê ye. Tenê riyek heye divê em wekî jin li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin." (ms)