Ji Demîrtaş ji mamosteyên kar hatin durxistin re: Modela alternatîf biafirînin 2016-09-22 09:45:35 HAYRÎ DEMÎR ENQERE ( DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji kar durxistina bi hezaran kedkarên perwerdehiyê wekî "yên ku bîat nakin ji dewletê tên tasfiyekirin" şîrove kir, pêşniyara afirandina modela alternatîf a perwerdehiyê li mamoste û malbatan kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li hemberî durxistina kar a mamosteyan nerazîbûn nîşan da û got ku mamosteyên muxalîf ji qada cemawariyê tên tasfiyekirin. Demîrtaş bang li mamoste û malbatan kir û got ku li hemberî polîtîkayên tasfiyeyê yên AKP'ê modeleke alternatîf a perwerdehiyê biafirinîn. Li dorê kedkarên tenduristiyê û yên din hene Demîrtaş bilêv kir ku li dijî hemû beşên civakê êrîşek heye û wiha berdewam kir: "Di serî de mamoste hemû kedkar ji vî pêla êrîşan nesibê xwe digirin. Dİbe ku berdewama wî bê. Anga dibe ku li hemberî kedkarên tenduristiyê jî operasyonan pêk bînin. Dibe li hemberî kedkarên cemaweriyê yên din jî pêk bê." 'AKP ên ku bian nakin tasfiye dikin' Demîrtaş bilêv kir ku AKP dewletê wekî malê xwe dibîne û wiha got: "AKP hemû kesên ku bîatî wî nake wekî dijmin, tehdîd û terorîst pênase dike û dixwaze ji dewletê tasfiye dike." Demîrtaş bilêv kir ku li dijî polîtîkayên tasfiyekirinê divê têkoşîneke bi bandor bê meşandin û wiha axivî: "Têkoşînekî tenê mamoste vegerin karê xwe kêm e, Bêguman ev dewlet malê AKP'ê nîne. Divê bibe xizmetkarê hemû welatiyan. Heta niha Komara Tirkiyeyê nebû malê kurdan, ev rastî ye tiştekî nû derketiye holê nîne. Ji destpêka komarê heta niha rewşenbîrên kurd, siyasetmedarên mafên kurdan diparêzin an hatine darvekirin an jî hatine sirgunkirin. Ji dewletê bi vî rengî hatine tasfiyekirin." 'Divê modela alternatîf biafirînin' Demîrtaş got ku bi pêdiviya ku polîtîkaya alternatîf bê afirandin re rû bi rû ne û ev pêşniyar kir: "Bi taybetî kedkar divê têkoşîna sendîkayê li hemû civakê belav bikin û vê tenê li ser vegera karê xwe nebînin. Heke bi rastê mamoste ji kar tên avêtin divê zarokên kurd nîşan bidin ku mecbûrî vê perwerdehiya tê ferz kirin nînin. Li vir peywir tenê ya mamosteyan nîne, bar dikeve li ser milê malbat û xwendekaran jî. Divê xwedî li mamoste û îradeya xwe derkevin perwerdehiya alternatîf navêndên alternatîf ava bikin. Bibêjin em mecbûrî dibistanên dewletê nînin. Pêwîst be divê her malê vegerînin navendên perwerdehiyê. Ji sê kesan, penc kesan, deh kesan polan ava bikin û perwerdehiya alternatêf a bi zimanê dayikê bidin û li her derê civak, tax û kolanê belav bikin. Heta gundan belav bikin." Modela alternatîf divê bi fonê bên fînansekirin Demîrtaş got ku mamosteyên ji kar hatine durxistin bi ruhê piştevaniyê divê bên cem hev û gon ava bikin û bi vî rengî dikarin debara xwe bikin, alternatîfekî ku bikaribin xwe fînanse bikin ava bikin. Ji bo malbatan bangawazî Demîrtaş bang li malbatan jî kir wiha got: "Malbatên ku xwe mecbûr namînin zarokên xwe bişînin dibistanê bila zarokên xwe bibin navendên alternatîf, lêçûnên wan kursan ji fona hevpar dikare bê dayîn. Dikarin teqez sîstemetî perwerdehiyê ya alternatîf biafirînin." Demîrtaş bilêv kir ku av polîtîkayên êrîşkar a AKP'ê bi hemleyên vî rengî dikare bê derbaskirin ev yek li sendîkayan pêşniyar kir. (sa)