Li Girtîgeha Semsûrê bi kurdî axaftin qedexe ye 2016-09-22 10:34:24 AMED (DÎHA) - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê dema xwest bi parêzerê xwe re bi kurdî biaxive ji aliyê gardiyanan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê girtî bi daxwaznameyekê serî li îdareya girtîgehê da û astengî ji holê rabû. Piştî hikûmeta AKP'ê li tevahiya welat OHAL îlan kir, li girtîgehan jî pêkanînên ku ji 12'ê Îlonê derbas dikin tên jiyîn. Girtiyê bi navê Huseyîn Yalçin Çalişkan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê dema xwest bi parêzerê xwe re kurdî biaxive rastî astengiyan hat. Li ser vê Çalişkan ji bo bi kurdî biaxive bi daxwaznameyekê serî li îdareya girtîgehê da û destûr hat dayîn ku bi kurdî bi axive. Parêzer Ozkan Avci derbarê hevdîtina ku 8'ê Îlonê bi muwekîlê xwe re kir de agahî dan û diyar kir ku ligel di odeya hevdîtinê kamera heye jî, di dema hevdîtinê de 2 gardiyan li ser serê wan sekinîne û guh dane hevdîtina wan. Avci anî ziman ku dema muwekîlê wî Çalişkan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir gardiyanan bi gotina; 'Hun nikarin li girtîgehê bi kurdî biaxivin' axaftina Çalişkan asteng kirin. Ji bo axaftina bi kurdî serlêdana daxwaznameyê pêwîste Avci, destnîşan kir ku gardiyana hinceta li gorî qanûnan 'divê kesên girtîne li girtîgehê bi tirkî biaxivin' nîşanî wan dane û wiha got: "Gardiyanan ji me re got; 'ger hûn tirkî nizanin û ji bo bi kurdî biaxivin pêwîste hûn bi daxwaznameyekê serî li îdareya girtîgehê bidin û bêjin em tirkî nizanin.' Gardiyanan ji bo em daxwaznameyê binivîsin ji me re pênûs û kazex anî. Muwekîlê min daxwazname nivîsî û got; 'ji ber ez nikarim xwe bi tirkî îfade bikim dixwazim bi kurdî biaxivin' û serî li îdareyê da. Heta bersiva daxwaznameya me hat nehiştin em bi kurdî biaxivin. Piştî îdareyê destûr da me karî bi kurdî biaxivin." Avci, bi lêv kir ku piştî darbeya leşkerî û îlankirina OHAL'ê li girtîgehan zext û binêkirinên mafan derketine asta herî jor. Avci, rewşa girtîgehan her roja ku diçe xiraptir dibe û wiha axivî: "Niha li girtîgehan pêkanînên ji salên 80'î û 90'î derbas dibin tên jiyîn. Li hemberî vana mekanîzmeyekî ku em serî lê bidin û encamê jê bigirin tuneye. Li Tirkiyeyê ku 20 milyon kurd lê dijîn qedexe kirina zimanê kurdî cihê 'şermê' ye. Rayedarên hikûmetê dibêjin; 'asîmîlasyon tuneye, bi kurdî axaftin serbeste' lê pêkanînên tên jiyîn gotinên wan ên vala derdixînin holê. Kurdên ku ziman û çanda xwe diparêzim bi awayekî bêhiqûq li girtîgehan tên ragirtin. Ev jî têrê nake ji ber li girtîgehê b kurdî diaxvin tên mexdûrkirin. Divê demildest dawî li van pêkanînan were." (mb)