Teslîm nebûn 3 saetan şer kirin 2016-09-22 11:25:29 WAN (DİHA) - Şevê din li Wanê polîsên xwestin 2 ciwanan teslîm bigirin, lê ciwanan di ber xwe dan û teslîm nebûn. Ciwanên ku li dijî sedan polîsên tîmên taybet 3 saetan di ber xwedan jiyana xwe ji dest dan. Şevê din li taxa Seyit Fehim Avrasî ya Navçeya Rêya Armûşê, polîsan xwest 2 ciwanan binçav bikin. Lê ciwanên ku teslîm nebûn di ber xwe dan û 3 saetan şer kirin. Ciwanên ku 3 saetan li dijî maşîneyên zirxî û sedan polîsan di ber xwe dan, di şer de birîndar bûn. Ciwanên xwestin xwe xelas bikin di gulebara polîsan de jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên taxê diyar kirin ku polisên hêzên çewîk bi maşîneyên zirxî derdora malê pêçan û xwest ciwanan teslîm bigirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ji ber ciwan teslîm nebûn bi kepçeya zirxî xanî xera kirin. Dema polîsan bi kepçeyan xanî kera kirin ciwan ji xanî derketin. Dema ciwan ji xanî derketin rastî gulebaran polîsan hatin û jiyana xwe ji dest dan. Polîsên tîmên taybet berê jî li Wanê gelek ciwan di serdegirtina malan de qetil kiribûn. Walîtiya Wanê jî îdîa kir ku kesê hatên hatin qetilkirin ciwanên bi navê Z.B û M.Y. ne û di 12'ê Îlonê de li dijî miduriyeta Polîsan êrîşa bombeyi pêk anîne. (mae)