Qeyûm xwarziyê Serokê AKP'ê kir alîkarî xwe 2016-09-22 11:37:02 ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî desteserkirina Şaredariya Silopiya derket holê ku xizmên Serokê AKP'ê yê Silopiya Fatîh Bîlen û şaredarê berê yê Silopiya Neşet Okten weke alîkarên kayim hatine tayînkirin. Li navçeya Silopiya Şirnexê piştî di 11'ê îlonê de şaredarî hat desteserkirin niha jî qeyûm weke alîkarên xwe kesên AKP'î bi cih kirin. Şaredariya Silopiya ev 3 serdem e ji destê Neşet Okten ku nêzî 40 salan ew û bavê xwe şaredar bûn hatibû derxistin. Qeymeqamê Silopiya Savaş Konak ku weke qeyûm ji bo Şaredariya Silopiya hat tayînkirin Endamê AKP'ê Kemal Okten û Komîserê Zabita yê berê Abdullah Okten kirin alîkarên xwe. Kemal Okten him endamê AKP'ê, him xwaziyê Serokê AKP'ê yê Silopiya Fatîh Bîlen û him jî biraziyê şaredarê berê Neşet Okten e. Abdullah Okten ji serdema ku Neşet Okten şaredar bû heya teqawît bû Komîserê Zabiteyan yê Şaredariya Silopiya bû. (kom/no/mae)