17 roj in hêj îfadeyê Acer nehatine girtin 2016-09-22 11:58:09 AMED (DÎHA) - Alîkara Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rojda Balkaş diyar kir ku ev 17 roje Yuksel Aslan Acer di bin çavan de ye û îfadeyên wê nehatine girtin. Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ragirtina 17 rojan a binçavkirina Serokê Daireya Polîtîkayên Jinan Yuksel Aslan Acer şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Serokatiya Daîreya Çand û Turizmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn. ‘Em nizanin çima hatiye binçavkirin’ Alîkara Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rojda Balkaş daxuyanî xwend û bibîr xist ku hevala wan Yuksel Aslan Acer di 6’ê îlonê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ji ber “biryara nepen” li ser dosyayê ye lê ew nizanin bi çi sedemê hatiye binçavkirin. ‘Divê dest ji bêhiquqiyan berdin' Balkaş destnîşan kir ku li gor agahiyên parêzeran 17 roj in îfadeyên Aslan Acer nehatine girtin û wiha got: “Em wek xebatkarê meclîsa jinan a şaredariyê dixwazin demildest dest ji vê bêzagoniyê û bêhiqûqiyê berdin û bila Acer derxin pêşberî dadgehê û wê serbest berdin.” ‘Bi salan e li dijî tundiya li ser jinan dixebitî’ Balkaş anî ziman ku hevala wan Yuksel bi salane li hemberî tundiya li ser jinan têdikoşiya û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e hevala me pirsgirêkên jinan çareser dike û xebatkarek çalak a şaredariyê bû. Nabe xebatên jinan bên cezakirin û divê nayên cezakirin. Divê demildest dest ji bêhiquqiyê bê berdan.” (mg-bî/bg/mae)