Ji taxekê tenê avahiyek û mizgeftek hiştine 2016-09-22 12:50:24 MÊRDÎN (DÎHA) - Wêneyê taxa Kanîka ya Nisêbînê hilweşandina navçeyê derdixe ber çavan. Di wêneyên ku hatiye kişandin de jibilî mizgeftekê û avahiyekê tax hemû hatiye rastkirin û kepçeyên kar jî hêj xebatên hilweşandinê didomînin. Qedexeya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ji 14'ê adarê destpêkiri bi awayekî qismî hêj didome. Li navçeyê 6 tax bi têlan hatine dorpêçkirin û li van taxan hilweşandina avahiyên gel berdewam dike. Bi taybetî jî li taxa Kanîka hêzên dewletê hemû avahiyên gel bi erdê ve rast kirine. Di wêneyên derketîn holê de li taxê tenê mizgeftek û avahiyek li tenişta mizgeftê li ser piyan maye û hêj hilweşandina li taxê jî didome. Taxa Kanîka dikeve ser sînorê bajarê Qamişlo yê Rojava û xerabeyên Zaningeha Nisîbîs ku weke zaningeha yekemîn a cîhanê tê zanîn jî li vê taxê ne. (kom/no)