Rêxistina Efoyê ji bo penaberan dest bi kampanya dike 2016-09-22 13:17:22 ENQERE (DÎHA) - Rêxistina Efoyê ji bo penaberên şer ên li Yunanîstanê di nava şert û mercên xerab de dimînin, kampanya dan destpêkirin. Rêxistina Efoya Navneteweyî ji bo penaberên li Yunanîstanê asê mane û di nava şert û mercên giran de dijîn, kampanya dan destpêkirin. Rêxistina Efoyê daxuyaniya bi navê "Heviyên me şikestin" parve kir û wiha got: "Pişti rêberên YE'ê ji bo penaberan planên lezgîn bûn yek û gihiştin fikrekê hêj bi deh hezaran penaber di nava şert û mercên xerab de dijîn. Neçarî şertên giran hatine hiştin. Yekîtiya Ewropa naxwazin benaber bibin vînek siyasî. Tehadut û peymanên ku wê demê îmze kirin tenê ji sedî 6'ê wan xistin meriyetê. " Kampanyakarê Koçberiyê yê Rêxistina Efoyê Monica Costa, anî ziman ku salek berê taahhuta penaberan bi cih bikin da. Lê ligorî salek derbas bû hêj gav nehatiye avêtin. Ev rewş şerm e. 66 hezar û 400 multeciyên YE'ê li Yûnanîstan dijîn. Ji bo wan taahhuta bicih kirinê hatibû dayîn. Lê tenê ji sedî 6 pêk hatiye." (mae)