Îzmirê piştgirî da Amedê 2016-09-22 14:37:59 ÎZMÎR (DÎHA) - Şaxa Egîtîm Sena Îzmîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew li pişt 24 endamên wan ên li Amedê hatine binçavkirinin û xwest hikûmet dest ji pêkanînê xwe yên dijhiqûqî berde. Şaxa Egîtîm Sena Îzmîrê derbarê binçavkirina 24 endamên wan ên Amedê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li avahiya Egîtîm Sena Hejmar 2 hat dayîn de nûner û rêverbirên saziyê û kedkarên perwerdehiyê yên ji kar hatine dûrxistin amade bûn. Serokê Egîtîm Sena Hejmar 2 Hasan Alî Kiliç, diyar kir ku ew ji kardûrxistina kedkarên perwerdehiyê bi tu awayî qebûl nakin û wiha got: "Hevalên me bi awayekî dijhiqûqî ji kar hatin dûrxistin. Li hemberî vê dijhiqûqiyê bertekên xwendekar û gel zêde dibin. Îktidar li hemberî têkoşîna kedkarên perwerdehiyê bêçare maye. Îktidar dê li hemberî perwedehiya bi zanist, laîk û zimanê dayîkê têk biçe." 'Demildest endamên me sebest berdin' Kiliç, bi lêv kir kuhikûmet xwe li pişt OHAL'ê diveşêre û hewldanên xwe yên dijqanûnî didomîne û wiha axivî: "Li Amedê 24 mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Em vê binçavkirina endamên xwe bi tu awayî qebûl nakin. Divê demildest hevalên me yên hatine binçavkirin serbest bên berdan û dawî li êrîşên li hemberî sendîkaya me bînin." (mb)