Malbat dê serlêdana sûc bikin 2016-09-22 14:47:52 ÎZMÎR (DÎHA) - Malbatên girtiyan dê ji ber pêkanînên Girtîgaha Şakranê yên li hemberî girtiyan derdarê rêveveriya girtîgehê de serlêdana sûc bikin. Komelya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mikumxwaran (TAYAD) a Îzmîrê dê ji ber îşkence û binpêkirinên mafan ên girtiyên siyasî dê der barê rêveberiya Girtîgeha Şakranê de serlêdana sûc bikin. Malbatên ku dê di 25'ê Îlonê de li Îzmîrê bên gel hev, dê li Dozgeriya Komarê ya Şakranê serlêdana sûc bikin û piştre li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Xizmên girtiyan diyar kirin ku herî dawî girtiyên siyasî destkelepçe kirî li erdê hatine dirêjkirin û ev tişt ragihandin: "Bi xortuma agirkujiyê av li girtiyan reşandine. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî daxuyaniya me ya ku em ê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan bidin, bibin." (mb)