Bi zorê derbarê Îmret de îfade amade kirine 2016-09-22 16:34:09 ŞIRNEX (DÎHA) - Yekemîn rûniştina doza Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de hatî vekirin hat dîtin. Salih Yîgît ku dihat gotin li ser Îmret îfade daye diyar kir wî li ser Îmret îfade nedaye û polîsan bi zorê li wî daye îmzekirin. Yekemîn doza ku bi hinceta, "propagandaya rêxistinê kiriye" û "yekitiya dewletê xerab kiriye" derbarê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de hatiye vekirin li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Aycan Îrmez û Ferhat Encu, malbata Îmret û parêzerên Îmret tevlî rûnistinê bûn. Di serî de pirsa hevpeyvîna di Vîce News a bi Îngilîzî weşanê dike ji Îmret hat pirsîn. 'Hevpeyvîna min dayî berojavî nîşan dane' Îmret derbarê pirsa dadgehê de diyar kir ku nûçegihanê weşana Vîce Newsê hatiye bajêr pêre sohbet kiriye lê tiştên ku derbarê wê de hatine nivîsîn ne aîdê wê ne û wiha parastina xwe kir: "Min di hevpeyvînê de got ku divê carek din pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Bi dawîbûna pêvajoya aştiyê re gelek mirin û pirsgirêk derketîne. Lê gotinên min gotin di nûçeyê de hatine guhertin." 'Bi zorê hin tişt li min dan îmzekirin' Kesê ku dihat îdeakirin li ser Îmret îfade daye jî li ser SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû û wiha axivî: "Min îfadeyek wiha nedaye. Ez Leyla Îmret tenê weke şaredar nas dikim. Min bi xwe dengê xwe daye Îmret. Di dema qedexeyê de ez hatim binçavkirin û rastî pêkanînên dijmirovî hatim. Di bin tundî û êrîşan de hin belge li min dane îmzekirin. Ez tişta ku dozgeriyê derbarê min de nivîsî û weke îfade nîşan dide qebûl nakim." Dadgehê piştî parastina parêzerên Îmret, Nûşîrevan Elçî, Nûrûllah Şanli û Sertaç Ozkan, şerta," kontrola edlî" li ser Îmret rakir û doz taloqî 12'ê çileya 2017'an kir. (kom/no/mae)