YPG: Artêşa tirk êrîşî gundên Kobanê kir 2016-09-22 17:25:09 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa tirk di 21'ê Îlonê de êrîşî gundên Kobanê kiriye. Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) darbarê êrîşên artêşa tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG'ê da zanîn ku artêşa tirk di 21'ê Îlonê de êrîşî gundên Kobanê kiriye û di heman rojê de çeteyên DAIŞ'ê jî li Şedadê êrîşî eniyên endamên YPG'ê kiriye. YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa tirk ên li hemberî axa Federasyona Bakurê Sûriyeyê didome û ev tişt ragihandin: "Di çarçoveya van êrîşan de artêşa tirk bi çekên giran êrîşî gundê Korelî yê Kobanê kiriye. Artêşa tirk di heman rojê de li rojhilatê Kobanê jî li herêma gundê Qeremox sînor derbas kiriye û piştî demekê vegeriyane eniyên xwe. Di şeva 21'ê Îlonê de çeteyên DAIŞ'ê jî li gundê Alwa yê li başûrê Şedadê ye bi çekên giran êrîşî eniyên YPG'ê kirine." (mb)