Li Şirnex kesek hat girtin, li Silopiya kesek hat binçavkirin 2016-09-22 18:35:08 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê welatiyê bi navê Harun Ataman ku dema diçû Elkê hatibû binçavkirin, hat girtin. Li Silopiya jî mamosteyê bi navê Haşîm Kaplan hat binçavkirin. Li Şirnexê welatiyê bi navê Harun Ataman dema diçû mala xwe ya li navçeya Elkê di rê de bi hinceta der barê wî de biryara lêgerînê heye hat binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê dadgehê bi hinceta, "alîkarî daye rêxistinê" biryara girtina Ataman da. Hat hînbûn ku Ataman birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Li taxa Cumhuriyetê ya Silopiya jî leşkeran bi ser mala mamosteyê bi navê Haşîm Kaplan de girtin û ew xistin bin çavan. Hat hînbûn ku leşkeran dest danîne ser gelek pirtûkên Kaplan û wî li Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê radigirin. (kom/no/ms)