Çiyayê Bagokê ji hêla balafirên şer ve hat bombekirin 2016-09-22 18:38:23 MÊRDÎN (DÎHA) - Qontarê Çiyayê Bagokê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin û piştî bombebaranê li herêmê şewat derket. Balafirên şer ên artêşa tirk li qontara Çiyayê Bagokê herêma dikeve navbera gundên Xirbêmişka, Sêdirê û Marînê yên navçeya Nisabîna Mêrdînê bombebaran kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin bombebaran şevê din derdora saet 24.00-01.00'an de pêk hatiye û piştre li herêmê şewat derketiye. Welatiyên herêmê dema xwestin biçin agir vemirînin ji hêla cendirmeyan ve hatin astenkirin. Şewata ku derketî her diçe li heremê belav dibe û cendirme destûrê nadin welatî agir vemirînin. (kom/no/ms)