Têkoşîna 600 hefte ye bênavber didome- DOSYA 4 2016-09-23 09:01:52 Edaleta 21 sal in winda ye! NECLA DEMÎR/ZUHAL ATLAN STENBOL (DÎHA) - Dayikên Şemiyê ji bo ku kiryar bên darizandin 21 sal in bi têkoşîna ku dimeşînin ve li edaletê digerin. Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku polîtîkaya di bin çavan de windakirinê li dijî muxalîfan wekî rêbazekî şer tê bikaranîn û ev polîtîkaya dewletê qet nayê guhertin ji ber vê yekê jî di warê hiqûqî de pêşketinek çênabe. Li Tirkiyeyê windakirinên di bin çavan de yên piştî 12'ê îlonê dest pê kir ligel hikûmetên ku tên guhertin ya ku nehat guhertin têkoşîna ku ji bo edaletê xizmên windayan didin e. Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê rûdinên ji bo darizandina kiryaran bi têkoşîna ku didin meşandin edaleta ku 21 sal in winda bûye digerin. Bûyerên windakirinê yên ku bi 12'ê îlonê re dest pê kir di salên 90'an de zêde bû lê ji ber ku li hemberî vê deng bilind bû bûyerên windakirinê kêm bûn. Lê ji bo ku kiryar bên darizandin têkoşîna hiqûqî ya ku parazvanên mafên mirovan dan destpêkirin hema ku bêencam man. Lêpirsînên ku hatin vekirin bi bêşopandinê ve biencam bûn an jî veneguherî dozê û bi hinceta demborî ser wan hate girtin. Li ser 16 dosyayan bi hinceta 'dem borî ye' hate girtin Navendan Hefizeya Edalet Heqîqet ê heta niha xwe gihand dosyaya ji 472 kesan yê 183 kesan. Têkîldarê 78 dosyayê lêpirsîn didome der barê 16 dosyayê de bi hinceta dem boriyê biryara neşopandinê hat dayîn. Di 12 dosyayê de bi hinceta delîl kêm in biryara bereatê hat dayîn. Der barê 12 dosyayê de jî bi hinceta ku delîl kêm in biryara neşopandinê hat dayîn. Der barê 7 dosyayê de jî ji ber hin hincetên din biryara neşopandinê hat dayîn, aqûbeta 39 dosyayê nayê zanîn, doza 19 dosyayan jî didome. !87 dosya birin DMME'yê Dîsa dosyayên 472 kesên hatine windakirin ji wan 1987 dosyayên aydî 194 kesan birin Dadgeha Mafên Mirovan A Ewropayê. DMME berovajî hiqûqa hundir biryar da ku Komara Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê kiriye. Bi vî rengî ligel ewqas dosyayên ku hatine vekirin tenê 2 kesan heta niha hikm xwarine. Yek ji wan serokomarê wê demê Kenan Evren, yê din jî Tahsîn Şahînkaya yê ku wê demê Serfermandarê Giştî yê Hêzên Hewayî bû. Biryara ku der barê wan de hat dayîn jî ancax piştî ku mirin derbasdar bû ev yek jî tenê tiştekî sembolîk bû. Mudaxîlê dozê Federasyona 78'an a Şoreşger doz şopand û piştî ku herdu nav hatin darizandin bi vî rengî ceza xwarin. Di dozê de Evren û Şahînkaya cezaya muebetê girtin û rutbeyên wan hatin derxistin. Evren û Şahîkaya dema ku doz berdewam dikir mirin bi vî rengî der barê wan de hikmê hat dayîn jî ket. Ji ber ku doz bû weke sembolîk bi sedan leşker, fermandar, midûrên polîsan pak hatin nîşandan. Têkoşîna ku xizmên windayan didin jî 21 sal in wekî lêgerîna edaletê didome. 'Rêbazeke şer a li dijî muxalîfan tê bikaranîn' Parêzera xizmên windayan Eren Keskîn têkîldarî windayan got ku polîtîkaya di bin çavan de windakirinê beriya Komara Tirkiyeyê jî wekî polîtîkayeke şer a li dijî muxalîfan tê bikaranîn e. Keskîn destnîşan kir ku polîtîkaya di bin çavan de windakirinê li KUrdistanê di salên 90'an de zêde hate bikaranîn ev windakirin Wezîra Karên Hundir a wê demê Meral Akşener û Serokwezîra wî demê Tansu Çîller û Midûrê Giştî Emniyetê Mehmet Agar di demên xwe de bi gotinên xwe jî piştrast kirine. 'Dozger riyên hiqûqî digirin' Keskîn bilêv kir ku windakirin polîtîkayeke dewletê ye û ji ber ku ev feraset berdewam dike di warê hiqûqî de nikarin pêş bikevin û wiha berdewam kir: "Sedema vê yekî jî ew e ku daraz di bûyerên bi zorê windakirinê de pêkanîna dem borînê esas digire. Jixwe di nava 20 salan de di van dosyayan de dozgeriyan jî tu tişt nekirine an jî bi hewldanên me ve hin lêpirsîn hatine vekirin. Lê li bendê dimînin ku 20 sal derbas tijî bibe. Tiştekî nakin piştî ku 20 sal derbas dibe jî bi pinceta dem borî ye biryara ku li ser dosyayê bê girtin didin. Tirkiye bi israr Peymana Windakirinên bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze nake. Di sûcên bi vî rengî de dem borîn nabe." Keskîn da zanîn ku heke biryara dem borî ye nedin delîl dîtin dê bêhtir rehetir be, dozgerî tiştekî nakin û van riyan digirin. 'Ji ber ku polîtîkaya dewletê naguhere Pêşketin çênabe' Keskîn destnîşan kir ku wekî îro salên 90'an de jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatibû rawestandin, di pêvajoyeke wisa de gelek malbat koçber bûbûn û wiha got: "Bi bandora DAyikên Şemiyê malbatan dest bi lêpirsînan kirin. Wê demê dozgeriyan jibilî çen dosyayê tiştek nekirin." Keskîn got ku têkîldarî windakirinên li Kerborê bi zorê kirine ku dozger gorê bide vekirin, li Kurdistanê gelek gorên komî hene û cihê wan goran ji aliyê gel ve jî tên zanîn. Keskîn bilêv kir ku ligel ku ev cih ji dozgeran re hatine gotin jî ji bo neyên vekirin dozger li ber xwe didin û wiha axivî: "Heke biryara vekirinê bidin jî li holê pirsgirekekî mezin heye. Gorê li gorî hiqûqa navneteweyî nakin. Gelek delîl jî ji ber vê yekê dema ku gor tên vekirin winda dibin. Ji ber ku polîtîkaya dewletê neguhere pêşketin çênabe. Tenê riyeke me heye ew jî serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrohayê ye.Ew jî tenê dewlet tazmînatê dide malbatan. Jibilî vê nikarin xwe bigihînin goran." Keskîn herî dawî anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo têkoşîna windayan li ser vî cografyayê çalakiya herî girîng e û bang li hemû kesên ku aştî, demokrasiyê dixwazin piştgiriyê bidin çalakiyê. * Bi dawî bû (sa)