Li dijî dûrxistina peywirê bûn endamên Egîtîm Senê 2016-09-23 09:04:39 HATAY (DÎHA) - 5 mamosteyên navçeya Samandagê li dijî dûrxistina peywirê bûn endamên Egîtim Senê. Sekreterê Şaxa Egitim Senê Ayhan Erkal diyar kir ku ev piştevanî pir watedar e û bang li hemû mamosteyan kir ku piştevaniyê xurt bikin. Piştî îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê 11 hezar û 301 kedkarên perwerdehiyê ji peyvirê hatin girtin. Ji 11 hezar û 300 mamosteyan 928 mamoste yên Hatayê ne. Piştevanî û alîkariya ji bo mamosteyan berdewam dike. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hatayê ku 223 endamên wê ji peywirê hatin girtin, 5 mamosteyan ji bo piştevanî û piştgiriyê bûn endam. 5 mamosteyên Samandagê bûn endamên Egitim Senê û dûrxistina mamosteyan a ji peywirê şermezar kirin. 5 mamosteyan diyar kirin ku ew dê li gel hempîşeyên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin bi wan re bimeşin. 'Dê li dijî zextan rêxistinbûna me mezin bibe Nûnerê Egitim Senê ya Samandagê Cüneyt Kayikçi, diyar kir ku ew bi endamtiya 5 mamosteyan gelek kêfxweş in û ev endamtiya mamosteyan ji bo wan gelek bi wate û qîmet e. Kayıkçi, bang li mamosteyên din jî kir û xwest di bin baneyê Şaxa Egitim Senê de bibin yek. Sekreterê Şaxa Egîtim Sen'ê yê Hatayê Ayhan Erkal anî ziman ku ev piştevaniyek pîroz e û ji hemû mamosteyan xwest piştevaniyê xurt bikin û rêxistina xwe mezin bikin. Erkal, anî zima ku ew 5 endamên xwe yên nû silav dikin û ji hikûmetê xwest ku vê şaşiyê paşve rast bike. (mae)