Li Edeneyê tecrîd û qeyûm hat protestokirin 2016-09-23 22:12:16 EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê gel derketin kolanan û bi çalakiya dengderxistinê tecrîd û tayînkirina qeyûman protesto kirin. Li taxên Barbaros, Yenîbey, Gulbahçe, Firat, Denîzlî û Şakîrpaşa yên navçeya Seyhana Edeneyê gel derketin kolanan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûma bi çalakiya deng derxistinê protesto kirin. Di çalakiya ku pêşengiya wê zarokan kir de welatiyan rûnahiyên xwe vekirn û girtin û jinan jî bi tîlîliyan piştgirî dan çalakiyê. (mb)