Zarokê birîndar jiyana xwe ji dest da 2016-09-24 11:00:17 SÊRT (DÎHA) - Li Sertê zarokê bi navê Yusuf Erzen ê 10 ku dema şerê di navbera leşker û HPG'iyan de qewimî li banê mala xwe bû bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Li Sertê zarokê bi navê Yusuf Erzen ê 10 û dayika wî Besna Erzen ên ku dema şerê di navbera leşker û HPG'iyan de qewimî li banê mala xwe bûn bi giranî birîndar bûbûn. Dayik piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate dermankirin ji nexweşxaneyê derket, kurê wê Yusuf Erzen ê ku 71 roj in dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. (sa)