Piştî 8 rojan hatin berdan 2016-09-24 13:09:05 COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê 3 kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 3 welatiyên bi navê Halis Bay, Ferik Tekin û Erhan Yalin ên ku 16’ê îlonê de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin piştî karên miduriyetê derxistin dozgeriyê. 3 welatiyên ku bi hinceta “endamê rêxistinê ne” bi biryara girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 3 welatî li dadgehê serbest hatin berdan. (kom/bg)