Mamosteyan li ber adliyeyê dest bi nobetê kirin 2016-09-24 20:42:09 AMED (DÎHA) - Bi sedan mamosteyan ji bo hevalên xwe li ber Adliyeya Amedê dest bi nobetê kirin. 24 mamosteyên ku beriya niha 5 rojan hatîn binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin piştî îfadeyên wan hatin stendin anîn adliyeyê. Bi sedan mamosteyan ji bo hevalên xwe yên ku beriya 5 rojan hatîn binçavkirin li ber Adliyeya Amedê dest bi nobetê kirin. Li adliyeyê kar û barên îfadeyan li derve jî nobeta mamosteyan berdewam dike. (no)