Ev 7 rojin ji Nedîm Yildiz agahî nayê girtin 2016-09-25 13:15:01 MÊRSÎN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Nedîm Yildiz ê 35 salî ku li Mêrsînê dijî ji 19'ê Îlonê were agahî jê nayê girtin. Welatiyê bi navê Nedîm Yildiz (35) yê ku li taxa Demîrtaş a li Toroslara Mêrsînê dijî û bavê 2 zarokane, ji 19'ê Îlonê were agahî jê nayê girtin. Hacer Yildiz diyar kir ku kurê wê di 19'ê Îlonê saet 10.00'an de ji malê derketiye û wiha got: "Kurê min di saetên nîvro de ji Navenda DanûStendinê ya Çetînkaya ji bo zarokan ciş kirîn. Ji wir jî diçe dikanek din û heta saet 22.00'an li wir dimîne. Piştre bi xwediyê dikanê re deriyê dikanê digirin. Ji xwediyê dikanê re dibêje 'ez diçim malê' û ji wê rojê pêve em ji wî agahî nagirin." Yildiz, da zanîn ku hevjîna kurê wê heta serê sibê li benda wî dimîne lê nayê, li ser vê yekê hevjîna wî agahî dide biyarên wî û wiha pêde çû: "Piştre me serî li polîs û dozgeriyê da. Polîsan berê xwe kirin dîmenên kamerayên mobesê. Kurê min herî dawî dema ji taxa Demîrtaşê ber bi sahîlê ve dimeşe tê dîtin. Dikeve kolanek tarî û pişte jî dîmen diqetin. Kurê min beriya niha jî li taxa Demîrtaşê rastî êrîşa dizan hatibû. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikarim. Polîsan ji me re got; 'ger hêza we heye hûn bibînin.'" Yildiz, da zanîn ku hêj neviyên wê 8 û 10 salîne, ew pir ditirsin ku tiştek hatibe serê kurê wan û wiha axivî: "Ger kesek kurê min bibîne û zanibe li kuye bila agahî bidin me. Ev hefteyeke em perîşan bûne. Em ê sibe dîsan serî li dozgeriyê bidin. Ji bo xêra Xwidê yê ku kurê min bibîne bila agahiyê bide me." (mb)