Erkan Baş û kesên pêre dê sibe derxînin edliyeyê 2016-09-25 14:48:29 STENBOL (DÎHA) - Serokê Giştî yê Partiya Komînîstên Gelê Tirkiyeyê (HTKP) Erkan Baş dema balevokên bi îmzeya Tevgera Yekbûyî a Hezîranê (BHH) belav dikir bi 14 kesan re ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Hat ragihandin ku dê Baş û kesên pêre sibê derxînin edliyeyê. Li Kadikoya Stenbolê Serokê Giştî yê Partiya Komînîstên Gelê Tirkiyeyê (HTKP) Erkan Baş dema balevokên bi îmzeya Tevgera Yekbûyî a Hezîranê (BHH) ên "Em ê laîkiyê bidest bixin" belav dikir bi 14 kesan re ji aliyê polîsan ve hat derpkirin û hat binçavkirin. Li gorî agahiyên ku parêzer Onur Guneş dane Erkan Baş bi 14 kesêan re hat binçavkirin, ji vana 12 zilam biriye Şubeya Ewlehiyê ya Midûryeta Polîsan a Stenbolê û 2 jin jî birine Qereqola Polîsan a Rihtima Kadikoyê. Guneş, anî ziman ku şevê din bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk aniyê û wiha got: "Rewşa wan bi giştî baş bû lê ji ber Erkan Baş bi desp kirinê hatibû binçavkirin, stu, rû û destên wî reş û şîn bûne." (mb)