Di teqîna Çelê de 3 leşker birîndar bûn 2016-09-25 21:50:14 COLEMÊRG (DÎHA) - Maşîna zirxî ya leşkerî dema li ser rêya Colemêrg-Çelê derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn. Li ser rêya navbera Navçeya Çelê û Colemêrgê dema maşîna leşkerî ya zirxî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. (mae)