Di 17 saliya xwe de li pey xeyalên xwe bû nemir! 2016-09-26 09:10:02 AMED (DÎHA) - Abdulkadîr Çelîk (17) ê li qontarê çiyayê Dorşînê ya navçeya Pasûrê çîrokên gundên wan ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin guhdar kir û mezin bû di riya 3 ap û xalekî xwe yên ji bo azadiyê canê xwe dan çû û di vî riyê de bû nemir. Abdulkadîr Çelîk (Rizgar Kanî) di sala 1999'an de ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployakî nav neteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin ji dayik bû. Zaroktiya wî li gundê Masîrto û zozanên wê yên di bin qontara çiyayê Dorşînê ya Pasûra Amedê derbas bû. Hê ji dayik nebûbû malbata wî di têkoşîna azadiya kurd de gelek bedel dan. Apên wî Behzat Çelîk (Rizgar) li Farqînê, apê wî Mehmet Çelîk li Xerzanê jiyana xwe ji dest dan, ji apê wî Ulaş Çelîk (Rizgar Andok) di 1993'yan da tevlî refên PKK'ê bû jî heta niha agahî tuneye. Di 1994'an de gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin, bav û apekî wî piştî ku rastî îşkenceyê hatin, hatin girtin. Xalê wî Orhan Eren û hevsera wî Zozan Eren jî di 1997'an de dema ji Amedê vedigeriyan Pasûrê "winda bûn", wesayîta wan nêzî noqteya kontrolê ya cendirmeyan a Mermerê bi awayekî hatiye terikandin hat dîtin. Li pey wan 2 zarokên wan ma. Birayê Kanî, Nurullah Çelîk i 2014'an de tevlî PKK'ê bû, piştre jî Kanî di çileya 2016'an de tevlî YPS'ê bû û li Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de cih girt, navê apê xwe Rizgar ê ku qet nedîtibû li xwe kir li dijî bi hezaran leşker, polîk, tank û topan ve şer kir û di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da. Bavê Kanî, Vedat Çelîk diyar kir ku wan jiyana kurê xwe wekî malbtan jiyankirine û wiha berdewam kir: "Ji mala me ya ku hate şewitandin nehîştin em kevçiyekî çayê jî bigirin. Mal bi hemû tiştên li hundir ve şewitandin. Hemû zeviyên me yên hatibûn çandin şewitandin. Sewalên me kuştin. Tiştek ji me re nehiştin. Ez û birayê min em bi rojan di bin çavan de man. Em rastî îşkenceyê hatin, zilm û zor dît. Ji ber ku aramiya me nema me ji gund koç kir hatin Pasûrê, piştî çend sal derbas bû em dîsa vegeriyan gund. Bi derfetên xwe ve mala xwe çêkir. Zarokên me dema ku tiştîn qewimîne fêr dibin tehamul nakin, berê xwe didin çiya. Ev çiwan ji bo azadiya gelê kurd li dijî tank top balafir û helîkopteran canê xwe didin. Heta em sax bin em ê di riya zarokên xwe de bin." 'Zilm qebûl nekir' Çelîk anî ziman ku piştî vegeriyae gund di 1999'an de Kanî ji dayik bûye û wiha qala kurê xwe kir: "Kanî pir bi aqil û bi meraq bû. Dema ku zarok mezin dibin şopên şer dibînin. Her tim dipirsî. Her tim di nava lêgerînekî de bû. Rojekî pirsa çima darên me şewitîne pirsî. Min jî gote leşkeran di 1994'an de di meha gulanê de mal û ereziyên me şewitand û 2 salan em nehatin gund. Piştî vê yekê gelek pirs ji min kir, zilma li dijî gund û malbata xwe qebûl nekir." Çelîk di berdewamê de wiha got: "Tişta herî zêde bandor li Kanî kir wêneyên apên wî yên ku tevlî PKK'ê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Kanî li wêneyan mêzed dikir û li kû derê şehîd ketine pirsa wan dikir, dîsa pirsa çima gora wan tuneye dikir. Tiştekîn din a ku bandor li wî kir jî birayê wî yê ku di 2014'an de tevlî PKK'ê bû, gelek dixwast bbirayê xwe bîbine bi wî re biaxive ji bo vî lêgerîna wî heb^yek ji sedema tevlîbûna YPS'ê jî dîtina birayê xwe bû. Li cem apê xwe hat definkirin Çalîk anî ziman ku li gund ji ber ku dibistan tunebû Kanî şandine Dibistana Sereteyayê ya Şevînî (YÎBO) ya Pasûrê û wiha axivî: "Gelek jîr bû, di dersên xwe de serkeftî bû. Piştî YÎBO qedand, Lîseya Anadolu qezenc kir, 4 salan xwend, 5 meh mabû lîseyê biqedîne lê di meha çileyê de tevlî YPS'ê bû. Piştre me jê agahî negirt." Çelîk destnîşan kir ku di dîmenên Geverê yên di 28'ê adarê de di çapemeniyê de hatin weşandin de kurê xwe dîtiye û wiha got: "Di nuçeyê de hîn bûm ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê ji bo cenaze bigirim di 4'ê gulanê de çûm Erziromê. Heman şevê me cenaze anî Pasûrê û li cem apê wî yê di 1991'an de jiyana xwe ji dest da defin kir." 'Dixwest bibe parêzer û gelê xwe biparêze' Çelît bîranînekî bi kurê xwe re vegot û wiha got: "Kanî dema ku hat pola dawî ya lîseyî min pirsa dema ku zanîngehê qezenc bikî tu dê bibî bijîşk, mamoste an jî endezyar jê kir wî vî bersiva ez dixwazim bibim hiqûqnas, heke parêzer, dozger û dadger bim netenê malabat xwe dikarim gelê xwe jî biparêzim. Ez dixwazim alîkariya gelê xwe bikim." 'Em bi aştî û biratiyê re ne' Çelîk ji bo ku ev xwîn bê rawestandin banga yekîtiyê li gelê kurd kir û wiha got: "Êdî dema yekîtiyê ye, 30 sal in xwîn dirije. Dilê me şewitî, bila êdî dilê dayik, bav ên din neşewite. Êdî bes e gelê kur ji her demê bêhtir xurt e. Gelê kurd li dijî îşkence zilm û girtinan serê xwe natewîne. Nİha pêve jî dê serê xwe netewîne. Bila hemû kes vê wisa bibîne. Ez wekî bavekî ku kur û birayê xwe winda kiriye cîgera min şewitî bila yên kesek^idin neşewite. Bila kes nemire, aştî pêk bê. Em bi aştî û biratiyê re ne." Dayika Kanî, Guler Eren Çelîk a ku bira, tî û piştre jî kurê xwe winda kir jî têkîldarî pirsên ji bo kurê xwe tenê albûma wêneyan nîşan da. (sa)