Aborînas Yilmaz: Aboriya Tirkiye dê bi dawîkirina şer baş bibe 2016-09-26 10:09:28 ENQERE (DÎHA) - Aborînasa rexnegir Gaye Yilmaz, diyar kir ku piştî Moody’s pûan û rewşa aboriya Tirkiye diyar kir, dê qeyran û tundiya aborî zêde bibe. Yilmaz, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka aboriya Tirkiye rakirina OHAL'ê û dawîlêhatina şer e. Saziyên pîvandina aboriya welatan a navneteweyî Moody’s, piştî puanê Tirkiye daxist û rewşa aboriya Tirkiye diyar kir Serokomar Tayyip Erdogan bertek nîşanî saziyê dabû. Saziya pîvandina aboriyê Moody's, rewş û puanê Tirkiye yê aboriyê ji Baa3'ê daxist Ba1'ê. Di lîteratura aboriyê de daxist asta "çop"ê. Têkildarî nirxandina Moody's û Standard&Poors’s rewşa aboriya Tirkiye wekî “çop" bi nav kiribû. Fitch jî wekî rewşa dikare razemenî lê bêkirin bi nav kiribû. Aborinasa Rexnegir Gaye Yılmaz têkildarî aboriya Tirkiye diyar kir ku ev puan û nirxandina saziyan rê li pêş şîrketên biyanî digire ku li Tirkiye razemenî bê kirin. Dîsa rê li pêş şîrketan digire ku pereyan transferî Tirkiye bike. Ya herî muhîm ji ber rewşa OHAL'ê êdî dê razemenîya aborî neyê kirin. Yilmaz, destnîşan kir ku Tirkiye dê di demsala payiz û zivistanê zor û zahmetiyên mezin bijî û wiha got: "Tu şîrket û saziyên bazirganiyê dê di van şert û mercan de li Tirkiye razemeniyê nekin û pereyan transfer nekin. Lê ya herî muhîm dê deynê wê yê derve zêdetir bibin. Li gorî rapora Moody’s bi zêdebûna faizan dê deynê Tirkiye yê derve jî zêde bibe. Bankayên uk berê qirêdî didan Tirkiye dê bi faîzek hîn mezintir û zêdetir bidin Tirkiye. Li piyasa hundir rewş sekiniye. Rewşa derve dê bandora xwe Tirkiye bike. Dê deynê Tirkiye yê derve zêde bibe û piyasa hundir raweste. Ji ber vê yekê dê borsa dakeve." Berpirsiyarê tundiya aboriyê hikûmet e Yilmaz, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka aborî dê tundî jî zêde bibe û wiha got: "Ez ji vê yekê re dibêjim tundiya borî. Xizmet dê kêm bibe. Xizanî dê zêde bibe. Betalî dê zêde bibe. Mirov dê bi keda erzan bixebite. Dê her her bêtir lêçûna xwe kêm bike. Ji 2002'an û şûnde mirov dê xwe dinava pres de hîz bike di nava du dîwaran de hîs bike. Ger ku saziyek pîvana aboriyê puanê aboriya Tirkiye kêm bike mirov nikare bêje ev asayî ye. Dê hilberîn, afirandin kêm bibe. Di van şert û mercan de îlana OHAL'ê bêtir dê bandorê li ser aboryê bike. Berpirsiyarê vê yekê tev hikûmet e. Yilmaz, destnîşan kir ku rêya çareseriyê heye û ev yek hêsan e û wiha gotina xwe bidawî kir: "Divê berî her tiştî OHAL bê rakirin. Divê muzakere dest pê bike. Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên şer berde." (mae)