Welatiyek li Silopiya hat binçavkirin 2016-09-26 12:57:36 ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Silopiya welatiyê bi navê Botan Acar hat binçavkirin. Li taxa Yenîşehîr a Silopiya Şirnex duh tîmên taybet û polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Botan Acar de girtin û ew binçav kirin. Hat zanîn ku Acar bi hinceta, "alîkarî daye rêxistinê" hatiye binçaçkirin. Acar li Miduriyeta Polîsan a Silopiya tê ragirtin. (kom/no/mae)