Xizmên xwe kir parazvanên xwe yê taybet! 2016-09-26 14:11:44 AMED (DÎHA) - Hat hînbûn ku piştî hewledana darbeyê Midûrê Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê Halît Açar ji xwe re du “Ewlekarê Taybet” ên ku xizmên wî ne ji bo parastina xwe girtiye kar û li gel xwe wezîfedar kiriye. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyê pêk hat şûn ve li saziyên dewletê bêbawerî û pênewletî didome. Li Amedê jî di nav saziyên dewletê pênewletî didome û hemû karmendê li saziyan ên nêzî AKP’ê ji siya hev jî ditirsin. Midûrê Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê Halît Açar ê ku nêzî AKP’ê tê nasîn, ji bo “ewlehiya” xwe du xizmên xwe wek “Ewlekarê Taybet” girt kar û van her du xizmên xwe ewlekar ji bo parastina xwe wezîfedar kir. Hat hînbûn ku ev her du ewlekar her tim bi Açar re diçin her deverê û parastina wî dikin. (bg)