Rojnameger Aykol îfade da 2016-09-26 14:46:03 ENQERE (DÎHA) - Hevgerînendeyê Weşanê yê Giştî yê berê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol li Enqereyê îfade da. Hevgerînendeyê Weşanê yê Giştî yê berê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol ji ber hin nûçeyên rojnameyê de hatin weşandin bi îdiaya ku "teşwîqî sûc kiriye", "pesindayîna sûc û sûcdar" "propagandaya rêxistinê kiriye" di çarçoveya doza li Stenbolê hatiye vekirin de li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê û 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê îfade da. Aykol di îfadeya xwe de wiha got: "Dema ku nivîs hatin weşandin ez gerînendeyê weşanê yê giştî bûm. Ji ber ku li Enqereyê rûdinêm dema ku rojname diçe çapê nabînim. Di berpirsyariya min de nîne. Sûcdarkirinan qebûl nakim." (sa)