Li Şirnexê sewqiyata leşkerî 2016-09-27 07:42:23 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê bi dehan wesayîtên leşkerî ber bi bajaroka Gundikê Melê ve hat sewqkirin. Piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê ji Şirnexê bi dehan wesayîtên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin bi dehan wesayît ji 23'emîn Fermandariya Cendermeyan a Sînor a Şirnexê derketine û ber bi bajaroka Gundikê Melê ve çûne. (kom/no)