Nivîskarê Îslamî: Ne qeyûm e, qiyim e 2016-09-27 09:19:32 MÊRSÎN (DÎHA) - Nivîskarê Îslamî Muhammed Salar, bertek nîşanî desdeserkirina şaredariyan da û diyar kir ku ev pêkanîna îktîdara AKP'ê ne Qayûm e, qiyyim e. Nivîskarê Îslamî Muhammed Salar, li dijî tayînkirina qeyûman a 25 şaredariyên DBP'ê bertekên xwe anî ziman. Salar diyar kirku 1001 navên xwedê hene û hemû navên xwedê muqqades in. Salar da zanîn ku Hezar û 1 navê xwedê xwe dispêrin 99 navan û wiha got: "99 navên xwedê xwedî 7 sifatên xwedê ne. 7 sifatên xwedê jî aydî zatên xwedê ne. Bi navê Azam 6 navê xwedê yê mezin hene. Ev navên xwedê yên mezin Ferd, Hay, Kayyum, Hakem, Adl û Kuddus e. Ev zordarî ye Salar, da zanîn ku wateya navê "Kayyum" ji A'yê heta Z'yê her tiştî li ser piyan dihêle û diparêze. wiha got: "Ji ber vê yekê navê "Kayyum" ji atomê heta galaksiyê û gerdûnê her tiştî li ser piyan dihêle û di nava hevsengiyê de digerîne. Ji ber vê yekê ev navê taybet li tu mahluatî nayê kirin. Hin navê xwedê li mahluqatan tê kirin. Lê li gorî baweriya îslamî ev navê xwedê li tu mahluqatan nayê kirin. Ev nav li şîrket, şaredarî û dibistanan nayê kirin. Rayedarên dewletê vê desteseriya xwe bi navê 'Kayyum' bînin ziman di baweriya îslamê de nayê qebûlkirin û li dijî baweriya îslamê ye. Ji ber vê yekê desteserkirina Şaredariyan ne "Kayyum" "Qiyim" e . Tişta ku dewlet dike qiyim e. Hemûn û malê mirovan bi zorê desteser dikin. (mae)