Li Giyadînê kesek hat berdan 2016-09-27 13:12:36 AGIRÎ (DÎHA) -Li Giyadînê welatiyê bi navê Ferhat Demîr ê hatibû binçavkirin, hat berdan. Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di serdegirtinên malan ên roja borî welatiyê bi navê Ferhat Demîr ê hatibû binçavkirin derxistin dozgeriyê. Demîr ê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin bi şerta kontrola edlî hat berdan. (sa)