10 kes li Xinûsê hatin girtin 2016-09-27 16:22:54 ERZIROM (DÎHA) - Li Xinûsê ji 34 kesên hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin. Li navçeya Xinûsê ya Erziromê leşkeran di 20'ê ÎLonê de bi ser malan de girtîbûn û 34 kes binçavkiribûn. Ji 34 kesên 7 roj berê hatin binçavkirin jê 24 kes serbest hatin berdan û 10 kes jî hatin girtin. Duh 22 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û 12 kes jî îro derketin pêşberî edliyê. 12 kesên ku nûçegîhanê ajansa me DÎHA Mensur Kuçukkarga û Turan Oruç serbes hatin berdan û kesên bi navê Serhat Akduman, Enes Akduman, Harun Gul, Harun Sonmez, Ramazan Taş, Murat Kalkan, Yilmaz Gulçiçek, Baver Fırat, Selahattin Handanoglu û Serhat Çetin Kaya ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propganda rêxistinê kirine" hatin girtin. 10 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. (mae)