Leşkerên tirk 17 ereb qetilkirin 2016-09-27 17:24:56 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê 2 kes qetil kirin û 4 jin jî birîndar kirin. Leşkerên tirk ji duh û heta îro 17 kes qetil kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), duh di saetên êvarê de koma ji 5 jin, zarokek û 2 zilaman pêk dihat, dema dixwestin sînorê di navbera bajarê Tirbesipiyê yê ku 30 km li rojhelatî bajarê Qamişlo û Bakurê Kurdistanê derbas bikin ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebarankirin. Di encamê de 4 jin birîndar bûn û herdu zilaman jî jiyana xwe ji dest dan. Hin welatiyên ku li nêzî herêma sînor bûn kesên birîndar rakirin, nexweşxaneya Selam a bajarê Qamişlo. Navên kesên ku ji aliyê leşkerên tirk ve hatin birîndarkirin wiha ne: ‘ Buşra Mihemed Hisên (22). Ji gundê Um Qedîr yê girêdayî bajrê Til Hemîs yê ku 35 km li başurê bajarê Qamişlo dikeve. Ew di lingê xwe yê çepê de birîndar bûye. Zehra Ekrem El-Fîl (23). Ji Qamişlo ye. Ew jî bi du guleyan ji lingê xwe û guleyek ji milê xwe yê çepê birîndar bûye. Sumeya Mihemed El-Lîlo (28). Ji Qamişlo ye. Bi 4 guleyan di lingên de û bi guleyekê di milê xwe yê çepê de birîndar bûye. Hiyam Elî El-Selmo (18) ji gundê Um Qedîr e. Ew jî bi du guleyan birîndar bûye. Ew derbasî enmeliyatê kirin û guleya di singa wê de derxistin.’ Nasnameya du kesên jiyana xwe ji dest dan diyar nebû. Jina birîndar Sumeya Mihemed El-Lîlo derbarê bûyerê ev tişt got: ”Di saet 18:00’ê êvarê de dema ku me hewl dida sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de derbas bikin, leşkerên Tirk em gulebaran kirin. Ji ber gulebaranê 4 jin birîndar bûn û du zilaman jî jiyana xwe jidest dan. Hin welatiyên ku li nêzî sînor bûn, em rakirin nexweşxaneyê.” Li gorî agahiyên ku bijîşkên nexweşxaneyê dane rewşa birîndaran baş e û ew niha li nexweşxaneyê tên dermankirin. Leşkerên tirk roja 26’ê îlonê li gundekî Girê Spî û şevê din jî li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de, komkujî pêk anîn. Di encamê de li Serêkaniyê 6 û li Girê Spî jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. (mae)