Cenazeyê zarokê di komkujiya Dîlokê de mir winda ye 2016-09-28 09:13:33 DÎLOK (DİHA) – Emîne Ayhan a 2 cenazeyên zarokên xwe yên di Komkujiya Dîlokê de winda kir defin kir hêj cenazeyê kurê xwe yê 10 salî Ramazan Ayhan ê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû nedîtiye. Dayik Ayhan daxwaza dîtina cenazeyê kurê xwe kir. Di Komkujiya Dîlokê de li gorî daneyên fermî 34 zarok bi giştî 57 kesan jiyana xwe jid est da lê belê derket holê ku cenazeyê Ramazan Ayhan ê 10 salî winda ye. Emîne Ayhan a di teqîna Dîlokê de birîndar bû 3 zarokên xwe winda kir û da zanîn ku wê hêj cenazeyê kurekî xwe jî nedîti ye. Dayik Ayhan da zanîn ku li cihê cenazeyê kurê wê xwestine cenazeyeke cuda bidin wê. Dayik Ayhan got ku di teqînêde keçên wê yên bi navê Zilan û Şukran jiyana xwe ji dest daye û keça wê ya bi navê Dîlan û hevjînê wê jî hêj tên dermankirin. Dayik Ayhan diyar kir ku wê li ser windabûna kurê xwe jî bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî ye û wiha berdewam kir: “Di dosyayê de navên Zilan, Şukran û Dilan derbas dibe lê me navê Ramazan lê zêde kir. Dozgeriyê jî ragihand ku hêj 2 cenaze di morgê de ne. Ramazan jî wek “winda” di dosyayê de cih girt. Dozgeriyê xwest em Ramazan terîf bikin. Ji ber ku cenazeyek perçe perçeyî bûye nayê nasîn ya din jî li gorî pênaseya me li hev nagire. Mînaka xwîne j ime girtin. Ew jî lê negirt. Di dest û piyên kurê min de 6 tilî û pêçî hene. Cenazeyek jî nîşan me dan lê ew jî nebû. Ji ber ku kurê min emeliyat bibû û rêçên wê hêj diyar bûn. Yê l ime nîşan dan jî ne kurê min bû.” ‘Sê caran mînaka xwînê girtin’ Dayîk Ayhan destnîşan kir ku cenazeya piştî teşhîsê nîşanî wan dane ji ber ku ne kurê wan bûye ji dozgeriyê re jî ragihandine û wiha berdewam kir: “Mînaka xwînê careke din j ime wergirtin. Di encama DNA’yê de cenaza sedî 99.99 ya Ramazan bû. ATK’ê got ku ev cenazeyê kurê we ye. Lê belê cenazenayê nasîn û ew ne kurê me ye. Ez dixwazim kurê min bê dîtin.” Ayhan got ku polîs di 26’ê Îlonê hatine mala wan û gotine cenaze dê bê definkirin û wiha pê de çû: “J ime pirsîn ka em ê beşdarî merasîma cenazeyê bibin an na. Min jî ji wan re got ku ez beşdar nabim û ev cenaze ne ya me ye.” (gka)