Cenazeyê Elmas ê YPS'î hat wergirtin 2016-09-28 13:44:19 MÊRDÎN (DÎHA) - Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Suruç) ê YPS'î yê li Dêrikê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Suruç) ê YPS'î yê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Malbata Elmas ji bo cenaze hat Qoserê û rayedarên MEYADER'ê ve serî li dozgeriyê dan. Malbatê cenazeyê zarokên xwe teşhîs kir û piştre cenaze wergirt. Cenazeyê Elmas dê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bê definkirin. Cenaze ber bi Pirsûsê ve derket rê û dê li Alîforê bê pêşwazîkirin û li taxa Zehwanê la li sînorê Kobanê bê definkirin. (sa)