Qeyûm ji ÎŞ-KUR'ê 100 karker xwest 2016-09-28 15:04:42 AMED (DÎHA) - Hat hînbûn ku qeyûma Şaredariya Sûrê 100 karker ji ÎŞ-KUR'ê xwestiye. Piştî tayînkirina qeyûma ser Şaredariya Sûrê ya navçeya Amedê, şaredarî 17 roj in di bin dorpêça hêzên dewletê de ye. Qeyûm ji bilî karên zewac, zabita û paqijiyê tu xizmetê nade gelê Sûrê. Li aliyekî şaredarî di bin dorpêçê de ye û di aliyekî jî ligel xizmet nayê kirin niha jî dixwazin karkeran bigirin kar. Hat hînbûn ku qeyûmê Şaredariya Sûrê 100 karker ji ÎŞ-KUR'ê xwestiye û ha zanîn ku ÎŞ-KUR jî amedekariya 100 xebatkarên ji bo Sûrê dike. (bî/bg/sa)