Polîsan deriyê malê şikand 2016-09-28 15:11:49 ŞIRNEX (DÎHA) - Tîmên taybet deriyê mala Midûrê Karê Nivîsê yê Şaredariya Cizîrê Metîn Findik ku heyameke ji xanî derketî şikand. Li navçeya Cizîra Şirnexê du roj berê tîmên taybet bi ser mala Midûrê Karê Nivîsê yê Şaredarîya Cizîrê Metîn Findik ku heyameke ji xanî derketî de girtin û deriyê malê bi balyozan şikand. Piştî ku tîmên taybet derî şikand ketin hûndirê malê. (kom/no)