Demîrê ku cara duyemîn hat binçavkirin, hat girtin 2016-09-28 17:51:32 AGIRÎ(DÎHA) - Li Giyadînê Ferhat Demîrê ku di nav 4 rojan de 2 caran hat binaçvkirin, hat girtin. Li Giyadîna Agiriyê, Ferhat Demîrê ku ji 24'ê îlonê ve cara duyemîn hat binçavkirin, hat girtin. Demîrê ku di serdegirtina mala wî ya li Taxa 14'ê Nîsanê de hat binçavkirin û roja berê ji aliyê heyeta dadgehê ve bi şertê venêrîna edlî serbest hatibû berdan, duh êvarî dubare hat binçavkirin. Demîrê ku care duyemîn bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Giyadînê sewqî edliyeyê hat kirin. Demîr piştî îfadeyên li dozgeriyê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê. (red)